Donnerstag, 30. September 2010

Heyeta Youtube û Googleyê li Kurdistanê ye

Heyeta Youtube û Googleyê li Kurdistanê ye
Fermangeha teknolojî ya pêzanînan a hukûmeta herêma Kurdistanê, li koşka akademîya teknolojîya pêzanînan pêşwazîya şandeyeka ji Google û YouTube kir
Di civîna her du aliyan de behsa rewşa teknolojîya pêzanînan, bikaranîna Înternetê û çend pirsên din yên zanistî hatin kirin.
Armanca giştî ya serdana vê şandeya hevpişk ew e ku giringîya Înternetê ji civaka kurdî re bide naskirin û hevkarî di navbera van her du dezgehan û dezgehên herêma kurdistanê de çêbibe.
Fermangeha teknolojiya pêzanînan a hukûmeta Kurdistanê jî, di meha adara sala 2007 de û bi fermana serokatîya hukûmeta Kurdistanê hatiye damezrandin.
Mebesta giştî a vê dezgehê jî ew e ku bi warê teknolojîyê li herêma Kurdistanê li pêşbikeve, siyaseta kar bê danîn, stratejî û jêderên di vê mijarê de hene bêne peydakirin.

Mittwoch, 29. September 2010

Erê Komêntara we dê çi bît?

  • Te, Rondik Bamerni û 2 Kesên Din ev eciband.

    • Hope Korde يةك زئ مافئ زاروكاية فيري سركتي بيتةوة !!!!!!!!!
      Dîrok û dem · ·
    • Ayub Nisry مة عةمرى خو هةمى ب سركتى فة بر انشأللة جيلةكى دى نةزانن سركيت جية، بو سالا بهيَت وةكى بةرنامة ئةوة كو موديلا وايرين كارةبى و سركيت نةمينن ل دهوكى
      Dîrok û dem · ·
    • Hilbin Amar ووووو بال محلئ مه بجيك دئ بعمودئ را دجن وبلند دكن ام زيركترين ههههه دئ انشالله نميت وبجيكت محلئ مرتاحبن زئ في شولي
      Dîrok û dem · ·
    • اسماعيل طاهر جانكير هاهاها زور جوانه
      Dîrok û dem · ·
    • Govara Bawash Badinan ئةكةر هةر ئيك زمة كلوبيت زيدة و سبليتيت زيدة و كيزةريت زيدة فةمرينيت دئ سةرى مة ز سركيتا رحةت بيت يان نة؟
      Dîrok û dem · ·
    • Zerevan Zer ئةم كورد دزيرةكين ئةم دوو مفايان ذ ev eciband · نةشافةى دبينين !!!
      Dîrok û dem · · 1 kesIbrahim Dergjniki
    • Armanc Nêrweyî Erê pirsa mine ewe " Ev zaruke dizanît sirkêtê mala wan kîjane "?.....
      Dîrok û dem ·
    • Nijyar Nerweyi براستى ئاخفتنا زيرةكى يا دجهىَ خودا جوانة دةست خوش
      Dîrok û dem · ·
    • Behcet Hirori wêneyekê gelek honerî u ciwan u bi ramane, destên wênegirî di xweê bin
      evwêneye hejî xelatiye ye
      Şemî di 12:19pn an de · ·
    • Vinaz Pirmosa لا تلعب بالنار یحرق صبیعک
      Yekşem di 2:16bn an de · ·
    • Hope Korde hhhhhhhh srkete he$ta mafa hina bas hame kas nazanin ???
      Yekşem di 7:54bn an de · ·
    • Ibrahim Dergjniki دى كةنكي ز سلكيَتا و وايرا و كارةبا موةليدا خلاس بين وةي هةواااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااررررررررررررر
      beriya 10 xulekan · ·
    • Ibrahim Dergjniki دى كةنكي ز سلكيَتا و وايرا و كارةبا موةليدا خلاس بين وةي هةواااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااااررررررررررررر
      beriya 9 xulekan · ·
  • Bu Bîrhatina 1 saliya koştina keça Kurd ( Ceyîlan Onkol ), silav lê bin.

    Bu Bîrhatina 1 saliya koştina keça Kurd ( Ceyîlan Onkol ), silav lê bin.

    Diyarbakır'ın Lice İlçesi Şenlik Köyünde askeri alan yakınında patlayan havan topuyla hayatını kaybeden 12 Yaşındaki Ceylan Önkol, ölümünün birinci yılında Taksim’de mumlarla anıldı.

    Ceylan hayatını kaybettiği tarihte Lice’ye giderek, Ceylan’ın ailesini ziyaret eden dans sanatçısı Zeynep Tanbay da yaptığı kısa konuşmada, “Ceylan koyunl...arını otlatırken vurup öldürülen bir Kürt çocuğu. O günlerde oraya gittiğimizde, basının, devletin ve yargının sesiz kalması bizi utandırmıştı. Bu gün hala aynı utancı taşıyorum” şeklide konuştu.

    Yine Ceylan’ın köyünü ziyaret eden sanatçı İlkay Akkaya da, “Bazı durumlarda hiçbir sözcük yeterli gelmiyor. O zaman ailesini ziyarete gittiğimizde bu günkü gibi bana da hakim olan duygu utanma duygusuydu. Bu ülkede çocuklar duvarlardaki resimlere bakarak yaşlanıyor. Artık Kürt çocukları ölmesin. Bu davanın takipçisi olacağız” diyerek duygularını dile getirdi.

    Eylem, yapılan konuşmaların ardından son buldu. Bu arada, Ceylan’ın ağabeyinin yeni doğan çocuğuna Ceylan ismi koyduğu öğrenildi.
     
    Osman Baydemîr
     

              

     
     

    Dienstag, 28. September 2010

    Tugluk: Em nêzî aşîtîyê ne


    Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û parêzerên Ocalan Dogan Erbaş û Aydin Oruç piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmarliyê vegeriyan.
    Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û parêzerên Ocalan Dogan Erbaş û Aydin Oruç piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmarliyê vegeriyan
    Di vegerê de gelek rojnamevan li benda awûkatan bûn û Aysel Tuglukê ji rojnamevan re behsa serdana xwe kir, got wan bi Ocalan re qasî saetekê hevdîtin kiriye.

    Tuglukê got Öcalan ragihandiye ku divê pirsa kurd di nav yekîtiya axa Tirkiyeyê de bi rêyeke aştî û demokratîk bê çareserkirin û ji bo agirbestê jî wî gotiye ew rola xwe bicîh tîne lê divê hukumet û dewlet jî ji bo çareseriyê vîna xwe nîşan bide.
    Aysel Tuglukê�li ser pirsekê got em nuha ji berê pirrtir nêzî aştîyê ne. Aysel Tugluk pirsên din yên rojnamevanan nebersivand.

    NêtKurd

    Ji saziyên kurd banga hevbeş

    Ssaziyên kurd yên Amedê bi bangek hevbeş banga fêrbûna zimanê kurdî dikin.
    Ciwan-Kurd, Kurdî-Der,Çira, Wate û Astrid Landgren bi belavokek hevbeş bal dikşînin ser rewşa zimanê kurdî û bang li hemû kurdan dikin ku zimanê xwe fêr bibin û rê liber têkçûna vî zimanî bigrin.
    Di bangê de tê destnîşankirin ku kurdî li ber wendabûnê ye û êdî divê herkurdek ji vê pêvajoyê re bêje na.

    NêtKurd

    Ji bo 5 Euroyan Almanya tevlîhev bû ye

     
    Ji bo 5 Euroyan Almanya tevlîhev bû ye
     
    Ev demeke Almanya li ser zêdekirina 5 Euroyan li ser mûçeya (miaş) bêkaran ketiye streseke mezin.
    Li Almanya 6,5 mîlyon bêkar hene.
    Li mûçeya bêkaran, piştî ku hikûmeta Almanya, di streseke mezin re derbas bû, 5 zêde bûn.
    Êdî bêkar dê 364 Euro pereyên bêkariyê bistînin.

    Avêsta

    Freitag, 24. September 2010

    'Me camî şewitandin û xistin hustuyê rûman'

    Generalê xanenişîn Sabri Yirmibeşoglu ku ji bal kurê Turgut Özal tê îddîakirin ku ew li pişt suîqesda li hember bavê wî ye, van rojan derdikeve televizyonan û karên xwe yên berê ên qirêj vedişêre yan dixwaze wan pak nîşan bide. Lê di nav van mihaweleyan de carina bi hin îtîîrafên xwe uzrên ji qebahetan mestir dike.
    Di axaftineka xwe ya kanaleka tv ya herî dawîn de orgeneral Yirmibeş oglu eşkerekir ku ew sala 1971-ê buye fermandeyê Daîreya Herba Taybet û vê rêxistina ji bo bilindkirina berxwedana gelê tirk li Qibrisê wan bi xwe camî şewitandine û xistine hustuyê rûman.
    Yirmibeşoglu sedemê vê jî wiha nîşan de: Eger li derekê hÛn dixwazin xelk bê galeyanê, hêza wê ya liberxwedanê bilind bibe, divê hûn nÎşan bidin ku hin nirxên ku hÛn qîmet didinê, rûmeta wê bilind hildigirin, dijmin wan piçûk dixe wê gavê hÛn ê xelkê bînin galeyanê.Di Herba Taybet de qaîdeyek heye, ji bo bilindkirina liberxwdana xelkê weka ku dijmin kiribe meriv sabotajan li hember hin nirxan dike. Camiyek tê şewitandin. Me li Qibrisê camiyek şewitand Mesela camî tên şewitandin."
    Li Qibrisê di navbera salên 1955-58-ê de 16, salên 1963-74-ê de 100 camî, mescid û turbe hatin şewitandin.

    مجموعة ارهابية تابعة الى حزب الله الارهابي تقتل شابين كورديا اثناء تظاهرة سلمية في بيروت


    مجموعة ارهابية تابعة الى حزب الله الارهابي تقتل شابين كورديا اثناء تظاهرة سلمية في بيروت
    تظاهر كوردية في بيروت احتجاج على الجرائم التي ترتكبها سلطات الاحتلال التركي ضد الكورد في شمال كوردستان واثناء سير التظاهر السلمية تعرض المتظاهرون الى هجمة من قبل مجموعة ارهابية تابعة الى حزب الله الارهابي وعلى اثرها استشهد شابين كورديا واصابة 8 بجروح بليغة
    وبعدها قامت السلطات البنانية بحملة مداهمات في الاحياء الكوردية وتم اعتقال ثلاثة شباب كورد واودعوهم في السجن بتهمة التجسس لصالح اسرائيل
    وقال المراقبون بان السلطات البنانية لاتستطيع محاسبة التظاهر بعتبار القانون البناني يجيز التظاهر لكن الصاق تهم التجسس سهل تمريرها ومحاسبة المتظاهرين مع العلم كانت مظاهرة ضد جرائم الاتراك وليس لها علاقة باسرائيل لكن سلطات البنانية الصق التهمة لكي يستطيع اعتقال هولاء الشباب
    هذا وندد المنظمات الانسانية بالاعتقالات التعسفية التي تقوم بها سلطات البنانية ضد الشعب الكوردي وحرمان الكورد من حق التظاهر والمطالبة بحقوقهم

    Ahmedînejad ji salona vala re axivî

                                                                        
    Serokê îranê Mehmûd Ahmedînejad di komcivîna Neteweyên Yekbûyî de axavt.

    Ahmedînejad Quran di dest de derket ser kursiyê û dest biaxavtina xwe kir. Dema Ahmedînejad diaxavtina xwe de berê xwe da DYA-yê û got perpirsê 11.-ê îlonê ew bi xwe ne, salon vala bû.

    Ahmedînejad bal işand ser hewldana şewitandina Quran jî, Quran bilind kir û got; rastî nayên şewitandin.

    Weka tê zanîn hema hema di her komcivîna NY-î de Ahmedînejad ji salona vala re diaxive.

    Cana min

                            Cana min 
    Cana minê rewsha Gondiyan
    Dil şewitî bo bejna te bejna çiyan
    Nazikê nazdarê kiça welatê minê
    Were bigre destê min kiçikê ciwanê
    Da pêkve bi çîne Welatê Evînê
    Hejêkerê çavên te me lê rindê
    Bi keyîn mîna memê û zînê
    Da bêbeş ne bîn ji xweşiya Jînê!


    03.09.2006 Gummersbach - Elmaniya
     

    Armanc Nêrweyî: Eşref Bitlis ji Barzanî re tiştek got loma hat kuş...

    Armanc Nêrweyî: Eşref Bitlis ji Barzanî re tiştek got loma hat kuş...: "Orgeneral Eşref Bitlis bi eslê xwe kurd bû, ji Bedlîsê bû, lê malbata wan barkiribû Meletiyeyê, ew li Meletiyeyê ji dayik bûbû. Eşref Bitli..."

    کوردستانی - ئێران: ئه‌نجامده‌رانی ته‌قینه‌وه‌كه‌ی مه‌هاباد ده‌ستگیركران

    ئه‌مڕۆ كۆماری ئیسلامی ئێران رایگه‌یاند؛ ئه‌و كه‌سانه‌ی ده‌ستیان له‌ ته‌قینه‌وه‌كه‌ی دوێنێی شاری مه‌هاباد هه‌بووه‌، ده‌ستگیركران.



    به‌پێی هه‌واڵێكی كه‌ناڵی (ئه‌لعالم)ی ئێرانی، (حه‌یده‌ر موسلحی) وه‌زیری ئاسایشی ئێران له‌ شاری قوم له‌ كۆنگره‌یه‌كی رۆژنامه‌وانییدا رایگه‌یاند؛ گروپێكیان ده‌ستگیركردووه‌، ئه‌ندامانی ئه‌و گروپه‌ ده‌ستیان له‌ ته‌قینه‌وه‌كه‌ی دوێنێی شاری مه‌هاد هه‌بووه‌.

    له‌لایه‌ن خۆیه‌وه‌، (موسته‌فا محه‌ممه‌د نه‌جار) وه‌زیری ناوخۆی ئێران رایگه‌یاند؛   ده‌ستی ده‌ره‌كی له‌ پشت ئه‌ندامانی ئه‌و گروپه‌ هه‌یه‌ و ئێرانیش ئه‌ندامی ئه‌و گروپه‌ پێشانی هه‌موو جیهان ده‌دات.

    جێی ئاماژه‌ی دوێنێ له‌ شاری مه‌هاباد له‌ رێوڕه‌سمێكی سه‌ربازی دا، ته‌قینه‌وه‌یه‌كی گه‌وره‌ روویداوه‌، كه‌ 12 كه‌س كوژران و 75یش برینداربوون، زۆربه‌ی كوژراونیش كورد بوون و زۆربه‌شیان  ژن و منداڵ بوون.

    http://www.flickr.com/photos/kurdistan4all/

    Eşref Bitlis ji Barzanî re tiştek got loma hat kuştin


    Orgeneral Eşref Bitlis bi eslê xwe kurd bû, ji Bedlîsê bû, lê malbata wan barkiribû Meletiyeyê, ew li Meletiyeyê ji dayik bûbû. Eşref Bitlis di nav orduyê de kurdbûna xwe venedişart, hergav digot ku ew kurd e.

    Fermandeyê Hêzên Jendermeyan ê Tirkiyeyê orgeneral Eşref Bitlis 17-ê sibata 1993-yê balafira ku ew tê de bû ket, ew û hemû kesên di balafirê de hatin kuştin. Balafir ji Anqerê rabûbû ber bi Diyarbekirê ve diçû. Piştî 7 deqîqeyan ji rabûnê balafir ket.

    Hemî caran guman li ser ketina balafira Eşref Bitlis hebû, lê raporên resmî welê îdîa kir ku ew qezayek e, motorên balafirê qeşa girtine rawestiyane û ew ketiye.

    Yên ku îdîa dikir ew hatiye kuştin qesda wan ew bû ku orgeneral Eşref Bitlis li dijî şerê Xelîcê ê Amerîkayê bû, li dijî avakirina Hêza Çakûç a navneteweyî bu ku armanca wê parastina kurdên başûr bû ji êrîşên Saddam. Bi vî awayî tim hat îmakirin ku goya Amerîkayê ew da kuştin.

    Vê dawiyê di bandeka bidizî qeydkirî de ku dengê damezrênerê JITEM-ê Albay Arif Dogan tê de ye, Arif Dogan bi xwe îdîa dike ku wî bi xwe biryara kuştina Eşref Bitlis daye. Di deng de wiha tê gotin: Dibêjin ku bînbaşî Cem Ersever Eşref Bitlis kuştiye. Eger ne ji min buya Ersever nikaribû tu g... bixwaraya." Binbaşî Cem Ersever yek ji wan damezrênerên JITEM-ê ye û wî bi xwe tîmên qatil ên kuştina bi sedan kurdan ava kir. Pişt re ew bi xwe hat kuştin. îdîa ew e ku dewletê ew bi destê Mahmut Yildirim ê bi navê kod "Yeşil" da kuştin.

    Duh jî mihendizê ku rapora ketina balafira orgenral Eşref Bitlis nivîsiye ê bi navê Prof. Ahmet Yuksel di kanal CNNTürk-ê de di programa 5n 1K de eşkere kir ku belê balafira Eşref Bitlis di encama sabotajê de ket.

    Lê sedemê kuştina Eşref Bitlis hê jî weka ku ew li dijî Amerîkayê bû, li dijî avakirina herêmeka parastina kurdan bû loma ew hat kuştin tê nîşandan.

    Lê li gor hin çavkaniyên giring ên ji Kurdistana başûr ku Netkurdê xwe gihandiye wan sedemê kuştina Eşref Bitlis ew bû ku ew gelek caran bi helîkoptera xwe diçû Hewlêrê, li gel berpirsên Kurdistanê hevdîtin dikirin. Di hevdîtineka wiha de, Eşref Bitlis li gel Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Parlamentoya Kurdistanê kir, lê geriya û pişt re vegeriya ser Barzanî, got: "ev muhîmtirîn destkeftina we ye. Hun vê parlamentoya xwe biparêzin hûn ê bigihîjin hemû mafên xwe."

    Di dema vê axaftinê de hin efserên (subayên) rutbe nizmtir jî li nêzîk bûn û di vegerê de ev axaftin rapor kirin.

    Kuştina wî piştî vê buyerê rû da.

    Wek tê zanîn Eşref Bitlis bi eslê xwe kurd bû, ji Bedlîsê bû, lê malbata wî barkiribû Meletiyeyê, ew li Meletiyeyê ji dayik bûbû. Eşref Bitlis di nav orduyê de kurdbûna xwe venedişart, hergav digot ku ew kurd e.
    Îhtîmala mezin yek ji wan rutbenizmên li wê derê binbaşî Cem Ersever bi xwe bû.
    NêtKurd Org.

    Donnerstag, 23. September 2010

    Armanc Nêrweyî: Amêdî ya min

    Armanc Nêrweyî: Amêdî ya min: "Amêdî ya min Amêdî ya min, rewşa Welatê min. Bilindahî ya te, ciwanî ya te, Careka dî, Hizreta min Dîtina te, Hey Amêdî ya Behdînan Cihê ..."

    Amêdî ya min

    Amêdî ya min

    Amêdî ya min, rewşa Welatê min.
    Bilindahî ya te, ciwanî ya te,
    Careka dî, Hizreta min Dîtina te,

    Hey Amêdî ya Behdînan

    Cihê Mîr û Sultanan

    Rîbar û Kanya Malan

    Sipinkî, Bişêş Li Hindaf

    Cihê Rewşenbîr û Oldaran

    Landika Şoreş gêran

    Liser Xaka te ya dêrîn

    Barzanî û rêbiwaran

    Bi Tiveng û Birnoyan

    Xame û Pênosan

    Bi Rêtina Xwîna Şehîdan

    To hatî rizgar kirin jêr destê dujminan

    Hey Amêdî ya Sadiqê Biha'edîn

    To bajarê Esmetê Kitanî

    Xodana mêrg û kanî

    Bi Sedan huzanvana û hunermendan

    Hejar, Pale û Cotyaran

    Qotabî, Law û Werzişvanan

    Her serferaz bî Amêdî ya Armancîîîîî,....



    2005-10-13 Elmaniya - Köln

    Armanc Nêrweyî: Xankî ji Ewropa bang li Hunermenda dike ji Kurdist...

    Armanc Nêrweyî: Xankî ji Ewropa bang li Hunermenda dike ji Kurdist...: " Armanc Nêrweyî - Elamniya ( Köln ). Sitranbêjê ciwan Hejar Xankî eve bu mawê 3 s..."

    Xankî ji Ewropa bang li Hunermenda dike ji Kurdistan´ê dernekevin!

                                                             
    Armanc Nêrweyî - Elamniya ( Köln ). Sitranbêjê ciwan Hejar Xankî eve bu mawê 3 salane li derveyî welat jiyan dike û akincîyê bajêrê Köln´ê ye.
    Hejar Xankî ji zarukiniya xwe dest da bu bi gotina sitrana mîna sitranên xwedê jêrazî Ebdulwahîd Zaxoyî, niha jî bu ye xwedanê berhemekê û kariye xwe li nava bazarê hunera kurdî da bidete nasîn û cihekê bu xwe weku sitranbêj dirust biket.
    Hejar Xankî bu me hosa behsa jiyana xweya xerîbiyê! " Li welat deng û rengê me hebuntayîbet li devera Behdîna, em zur aktîv buyîn, lê ji ber zehmetiya jiyanê li vêre rengê me di nava cemawerî dazu bi zu nahête dîtin, karkirin eger li mal jî bî postên dewletê bela xwe ji mirovî ve nakin, kewate herdem mirov mijol dibît, li vêre mirov pêdvî bi xishtekî heye, lê em kurd tenha navê xishte dizanîn, belê em bê bernameyî ne, ne buna saziyên ragehandinê û ne buna senterên rewshenbîrî û hunerî, di be egera bê deng kirina sitranbêj û hunermend û rewshenbîran.
    Hejar Xankî ji bilî ku gazinda jiyanê dike, dîsa beshdarî zur aheng û bîreweriyan li seranserî Elmaniya bu ye, bi tayîbetî shevên ser sal û cejnên ûla Êzidiyatî ku revenda kurd ji bu xwe organîze dikir.
    Hejar Xankî niha mijolî Video kilîpekê ye ta niha deng û muzîk bi dawî hatine ji layê Studio ya Zaxo ve, di demekê nêzîk da wê video kilîpa wî dakeve bazarê hunera kurdî.
    Hejar Xankî dibêje ev berheme ji sitraneka binavê ( Ez Evîndarim ).
    Xankî ji Ewropa bang li Hunermenda dike ji Kurdistan´ê dernekevin!
    Egerên ku ew banga derketinê ji welatî li hunermenda dike û hosa ji mera got " Li wêrê destek ji aliyê sazî û senter û komela û bi tayîbetî ji aliyê KRG ve bu hunermenda heye, lê berovajî li vêre divêt Hunermend li xwaringehekî kar biket taku bikarît bihayê CD yan bi kêmanî parê Video Kilîpekê derbêxe".
    Sitranbêj Hejar daxwazê ji Wezareta Rewshenbîrî dike ku pitir xwedî li Hunermenda derbikeve û tishtên pêdvî û zêdetir bu wan dabîn bike.
    Li dawiyê me weku malperê
    Hejar Xankî, di dîmahîk peyîva xwe da got " Sipas bu malperê delalê devera Amêdî yê û Sitafê Govara Sîlav û hîvîxwazin ev govare cihê xwe bashtir li def Hunermnda bike û bi be dergehê gehandina xast û hîvîyên tev Sitranbêj û Hunermend ".
    Ev Hevpeyîvîl Li Bajêrê Köln´ê Elmaniya digel Sitranbêj Hejar Xankî hate sazkirin.
    www.amedye.com û Govara Sîlav sipasiya kekê Hejar Xankî kir û daxwaza serkeftinê bu xwast.

    Mihabad Îbrahîm Hunermenda dûr welat piştî 18 sala 21.09 li welate!

    K.N.P. Armanc Nêrweyî/ Elmaniya. Hunermenda nav û denga gelê Kurd ewa ku 18 sale li derveyî welat dijît xanima Mihabad Îbrahîm bu seredan ve digere Kurdistan´ê.

    Mihabad Îbrahîm da diyar kirin dê li 21.09.2010 ji Welatên yekgirtîyên Emrîkayê bi rêya balefirgeha Hewlêrê ya navneteweyî vegerît welat bu çend karên Hunerî.

    Herwesa Hunermenda navbirî da xweyakirin ku ew dê tevî çendîn programên Hunerî bît li ser kenalên Asmanî yên Kurdistanî mîna ( Zagros Tv, Korek Tv, Vîn tv û Kurd Sat ) bîtin.

    Ev Hunermenda ku xwedan berhemekê dewlemende jî lê bu demekê ji hunerê û cemawerê xwe dîr ketibu, wê sedemê jî hosa di îne ziman " Ji ber karên malê ku ez xatîna malê me, û herwesa mamostaya waneyên Yasayî me li xwandingeheka bajêrê me, dema min hindik bu ez dûr ketim ", ji bu vegera xwe ya hunerî jî weha dibêje " Di vê salê da û li welatê Elmaniya bi tayîbetî tevî pîroz kirina Sersala Kurdî ( Newrozê ) çend Konsêrt min sazdan û li cemawer û hunera xwe vegeriyame ve û dîsa dibêjim ez ne mirîne û ez ya saxim û xizmetkara cemawerê xwe me ".

    Hunermend Mihabad bi dilekê geshbîn ve digere welat û wê li wêrê çend sitranekên nû û yên kevin ji berhemên xwe tomar biketin bu Tv yên Muzîkê yên Kurdî, daku berhemê wê zindî bi bîte ve û ew jî dîsa xwe nava cemawerê hunerî da bi bînîte ve.

    Daxwaza Mihabad Îbrahîm ewe ku dezgehên girêdayî bi hunerê ne li welat pirtir rolê xwe bigêrim û xizmeta hunermend û hunera resena kurdî bikin, tayîbet yên derveyî welatî, ta weku ew jî bikarin bi asanî vegerin welat û li wêrê berdewamiyê biden xizmeta xwe.

    Hunermenda navbirî ew jî diyar kir ku dê li 21.09.2010 li Hewlêrê bît û dê 12.10.2010 dîsa vegerîte Emrîkayê.

    Berhemên Hunermend Mihabad Îbrahîm, 8 Video Clip, 4 Kasêt û 2 CD ne, piraniya wan jî welat parêzî û niştîmanî ne.

    çaverêyî hatina Hunermenda delal Mihabad Îbrahîm ê bin ew bi parzînkekê tijî sitran û berhem ve digerîte welat.


    18emîn Festîvala Navneteweyî ya Kurdan li Elmaniya

    18emîn Festîvala Navneteweyî ya Kurdan li Elmaniya

    P.net. Armanc Nêrweyî/ Elmaniya - Köln. Evro ji bu pîroz kirina roja Aştiya Cîhanî li Bajêrê Köln yê Elmaniya yê nêzîkî 60000 Kurdan komvebun.

    Kurdên her çiwar parçên Kurdistan´ê li hev kombun bu pîroz kirina Roja Aştiya Cîhanî ku her sal 01.09 ê tê pîroz kirin.
    Yek Kom saziyeka Kurdane li Elmaniya her sal bu vê helkeftê bi dehan hizar kurda li hev kum dike û roja Aştiya Cîhanî bi hevra pîroz dikin.

    Yek Kom vê rojê bi Festîvaleka Navneteweyî ji her çiwar parçên Kurdistan´ê û tevî buna zur ji dost û hevalên gelê Kurd li bajêrên cuda cudayên Elmaniyayê digêrît.

    Di Festîvala 18emîn da Navnetweyî da li Köln´ê ku pitir ji 60000 kes tevî bun, ji hemu welatên Ewropayê hatibun bi diroşmeya ( “Em Hebûna xwe Bi Parêzin Azadîya Xwe pêk Bînin” ) û bi rawestana amadebuyan li ser linga û gotina merşa Eyî Reqîb dest bi bernama xwe kir li demjimêr 12:00 nîvro dema navenda Ewropayê.

    Piştî rêzgirtin li canê canguriyên Kurdistan´ê hatiye girtin, peyîvên part û layen û saziyên cuda cuda hatine xwandin û dinavberê da jî gropên Filoklorî û Muzîkî û Hunermendên Kurd û Bîyanî bi muzîka xwe û sitranên xwe hatin ser depê û cemawerî jî bi dest qutan pêşwazî li wan kirin.

    Bernamê taku demjimêr 20:15 xolek dewam kir, hijmareka yekcar zur ya Ciwanên Kurd yên ewropa beşdarî Festîvalê bun, ku sal bu salê hijmara wan pitir dibe û ev festîvale bi ciwana tê nas kirin ku ew lê xodî der dikevin, bi germatiya xwe, berziya ala welatê xwe, li ser û li nav destan, ser tîshêrt û biloz û çakît û zincîrên situyê wan hemu nexshe û rengên ala neteweyî ne.

    Hunermendên beshdar yên Kurd:
    Bernbang, Jale, Welat, Sîmar, Sîpanê Xelat, Bêrîvan serhed, Rêzan, Koma Hezex, Ferhat Tunc, Huzan Dîno, Ebas Ehmed, Margêt Zuzan, Koma Girevê Rojê, Erdoxan Emîr, Koma Jinan Tev-Can, Bang û Rênas.

     Sîneviziyon, şano, govend û axiftin.

    Tiştê ku bala mirovî dikêshand hebuna hijmareka zur ya Kurdên Başurê Kurdistan´ê bu ku wan hemiya xwe bi ala neteweyî xemlandi bun, li her koşeka yarîgehê alayekê Kurdistan´ê lê dana bu.


    Festîvala 18emîn ya Navneteweyî li Köln - Elmaniya