18emîn Festîvala Navneteweyî ya Kurdan li Elmaniya
P.net. Armanc Nêrweyî/ Elmaniya - Köln. Evro ji bu pîroz kirina roja Aştiya Cîhanî li Bajêrê Köln yê Elmaniya yê nêzîkî 60000 Kurdan komvebun.
Kurdên her çiwar parçên Kurdistan´ê li hev kombun bu pîroz kirina Roja Aştiya Cîhanî ku her sal 01.09 ê tê pîroz kirin.
Yek Kom saziyeka Kurdane li Elmaniya her sal bu vê helkeftê bi dehan hizar kurda li hev kum dike û roja Aştiya Cîhanî bi hevra pîroz dikin.
Yek Kom vê rojê bi Festîvaleka Navneteweyî ji her çiwar parçên Kurdistan´ê û tevî buna zur ji dost û hevalên gelê Kurd li bajêrên cuda cudayên Elmaniyayê digêrît.
Di Festîvala 18emîn da Navnetweyî da li Köln´ê ku pitir ji 60000 kes tevî bun, ji hemu welatên Ewropayê hatibun bi diroşmeya ( “Em Hebûna xwe Bi Parêzin Azadîya Xwe pêk Bînin” ) û bi rawestana amadebuyan li ser linga û gotina merşa Eyî Reqîb dest bi bernama xwe kir li demjimêr 12:00 nîvro dema navenda Ewropayê.
Piştî rêzgirtin li canê canguriyên Kurdistan´ê hatiye girtin, peyîvên part û layen û saziyên cuda cuda hatine xwandin û dinavberê da jî gropên Filoklorî û Muzîkî û Hunermendên Kurd û Bîyanî bi muzîka xwe û sitranên xwe hatin ser depê û cemawerî jî bi dest qutan pêşwazî li wan kirin.
Bernamê taku demjimêr 20:15 xolek dewam kir, hijmareka yekcar zur ya Ciwanên Kurd yên ewropa beşdarî Festîvalê bun, ku sal bu salê hijmara wan pitir dibe û ev festîvale bi ciwana tê nas kirin ku ew lê xodî der dikevin, bi germatiya xwe, berziya ala welatê xwe, li ser û li nav destan, ser tîshêrt û biloz û çakît û zincîrên situyê wan hemu nexshe û rengên ala neteweyî ne.
Hunermendên beshdar yên Kurd:
Bernbang, Jale, Welat, Sîmar, Sîpanê Xelat, Bêrîvan serhed, Rêzan, Koma Hezex, Ferhat Tunc, Huzan Dîno, Ebas Ehmed, Margêt Zuzan, Koma Girevê Rojê, Erdoxan Emîr, Koma Jinan Tev-Can, Bang û Rênas.
Sîneviziyon, şano, govend û axiftin.
Tiştê ku bala mirovî dikêshand hebuna hijmareka zur ya Kurdên Başurê Kurdistan´ê bu ku wan hemiya xwe bi ala neteweyî xemlandi bun, li her koşeka yarîgehê alayekê Kurdistan´ê lê dana bu.
Festîvala 18emîn ya Navneteweyî li Köln - Elmaniya

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen