Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de bi kovara Gulan re ku îro hatiye belavkirin, bal kişande ser pêwîstiya
destpêkirina dilalogê.
Barzanî got, eger Tirkiye wisa bawer dike çareserî ew e ku PKKê li derveyî meselê bihêle, ev dîtineke şaş e lidervehiştnia PKKê ji pêvajoya siyasî ya Tirkiyê, pirsa kurd û Tirkiyê û PKKê çareser nake.
Nêçîrvan Barzanî got, di vî warî de divê PKK jî rola xwe bilîze û siyaseteke wisa bimeşîne ku wek muxateb bête qebûlkirin. Divê em real bifikirin, ev riya herî kurt ya çareseriyê ye û divê li Tirkiyê gelek kûr û ciddî li vê yekê bête fikirîn û PKK jî divê aqilane nêzîk bibe.
Serokwezîrê berê yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: Divê em objektîv li pirsgirêkan binêrin, ev pirs bû heftê – heştê sal didome, Tirkiye nikare hebûna milletekî mezin ê wek milletê kurd li Turkiyê înkar bike, ew dem derbas bû.
Di vê hevpeyvînê de Barzanî got, aliyê din jî nikare îsrar bike ku dê bi tekoşîna çekdarî bikaribe armancên xwe bi dest bixe. Herdu alî divê bigihîjin wê niqteyê ku ne kurd dikare bi çekan armancên xwe bi dest bixe, ne jî Tirkiye dikare bi înkara hebûna kurdan wek milletekî mezin pirsgirêkê çareser bike. Em hewl didin van herdu dîtinan nêzî hev bikin.
Nêçîrvan Barzanî berdewam kir û got, Pirsgirêka PKKê bi riya leşkerî çareser nabe. Tecrubeya van çend salên dawî li Tirkiyê îspat kir ku eger pirsgirêk bi riyên leşekerî çareser bibûya, divê bû di nava van sîh salên derbasbûyî de çareser bibûya, PKK jî divê bigihîje wê baweriyê ku bi kuştina çar serbazên tirk nagihîje armancên xwe.
Cîgirê serokê PDKê û serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî careke din jî diyar kir ku ew amade ne ji bo çareseriyê rol bilîzin û got: Pirsa kurd pirseke siyasî ye, ji bo çareseriya aştiyane ya pirsa kurd li Tirkiyê weke çendîn caran serok Barzanî jî tekez kiriye, em amade ne ji bo çaresriya pirsgirêkê rolek erênî bilîzin.
Nêçîrvan Barzanî got, eger herdu alî rola me pêwîst bibînin, dê bibe roleke alîkar ji bo çareseriyê û ez jî careke din vê prensîbê piştrast dikim.
avestakurd
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen