Pir ji dil dixwazim serxwebûna Kurdistanê bibînim
Dr. Berhem Salih, behsa metirsiyên serhildana dîktatoriyetê li İraqê jî dike û dibêje: ‘’Me wek gelê Kurd dîrokeke nexweş derbas kiriye û jenosaîd dîtine
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Berhem Salih di bernameyekî de ligel televizyona SBS a Amerîkî ragehand ku pir ji dil dixwaze dewleta serbixwe ya Kurdistan bibîne û got: ‘’Lê mesele ne ew e ka em çi dixwazin, mesele ew e çi ji mirov tê ew bê kirin.’’
Dr. Berhem Salih, behsa metirsiyên serhildana dîktatoriyetê li İraqê jî dike û dibêje: ‘’Me wek gelê Kurd dîrokeke nexweş derbas kiriye û jenosaîd dîtine. Ji bîra me naçe di sala 1988an de Helebce qewimî, di yek rojê de 5 hezar kesên me bi çekên kîmyayî jiyana xwe ji dest dan. Xelk nikare vêna jibîr bike û divê jibîr jî nekin.’’
Televizyona SBS di berbame de amaje bi wê yekê da ku li gel wê dîrokê, Kurd daxwaza serbixweyiyeke zêde ji ji hikûmeta navendî ya Bexda dixwazin û karîne wek welatekî cuda derkevin pêş. Herwiha dibêje ala, artêş, parlamen û Serokê Kurdistanê heye, aboriya wê pêş ketiye û serkeftî ye.
Lewra SBS, pirsyarekê ji Serokwezîrê Kurdistanê dike û dibêje gelo Kurd dixwazin beşek bin ji İraqê yan dewleteke serbixwe? Berhem Salih jî wiha bersiv dide: ‘’Hemû Kurdek û ez jî pir ji dil dixwazim dewleteke serbixwe ya Kurdistanê bibînim. Lê mesele ne ew e em çi dixwazin, mesele ew e çi ji mirov tê ew bê kirin. Me biryar daye û bi xwesteka xwe beşek bin ji İraqeke demokratîk û federalî.’’
RUDAW
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen