Dienstag, 5. Oktober 2010

Simînarek li ser Serjimêriya giştî di Koçka Kurdistan´ê da.

Simînarek li ser Serjimêriya giştî di Koçka Kurdistan´ê da.

Simînarek hate sazdan li Koçk a Kurdistan´ê da li ser Serjimêriya giştî li Başurê Kurdistan´ê û li welatê Îraq´ê ji layê kak şe´ban Mizorî bu kak Sîrwan M Mihyedîn Serokê desteya Serjimêriya Kurdistan´ê li demjimêr 22:00 dema Ewropayê bu demê 2 demjimêra gelek zanyarî û ruhinkirin dane ser çawaniya encamdana serjimêriyê û datayên pêwîst.

Kak Sîrwanî ragehand ku dê prosesa Serjimêriyariyê li Îraqê û Kurdistan´ê 05.12.2010 hête encam dan û daxwaz jî kir ku hemî Kurd tevî bi bin û wê rojê li malên xwe bin daku ev derfete ji gelê me neçîtin û vêcarê di Îraq´ê da bihête aşkira kirin ka çend Kurd hene û bi goreyî hebuna wan ew daxwazên Kurda di Îraqa Federe da bihêne bi cih înan.

Ev pêzanîne jî di nava axiftin û bersivên amadebuyan da dan, 1 roj dê Serjimêriyarî hête encam dan seranserî Başurê Kurdistan´ê û Îraq´ê di dema 12 demjimêran da.
4 roja berî 05.12 dê karmendên wan seredanên deverên xwe ken daku di wan roja da xelkê wan devera agehdar biken û zanyariya bigehîne xelkî, kewate di 1 gond da dê 20 mal hêne dest nîşan kirin daku ew karmende xelkê wî gondî bi bînin û hayîdarî prosesê bikin.

50000 pêncî hezar karmend hatine amadekirin ji aliyê KRG ( Desthelatdariya Herêma Kurdistan´ê ) ve bi rengekê serdemiyane hatine pêgehandin bu pitir asankirina karê wan.

Yên derveyî welatî jî dê karên bi nav û nîshan û pêzanînên xwe yên kesî tevî prosesê bin û ew jî dê hêne hijmartin wekî Hawlatiyek lê yê derveyî welatî.

Kak Sîrwan got " Dê zanyarî û agehdariyên me di malpera http://www.keg.org/ da hêne belav kirin ",  herwesa bu pitir revenda kurd hayîdar bi bît dê hemî pêzanîn hêne komkirin digel malperê KRG û malperên nav û dengên Kurdî û tayîbet yên dezgayên Ragehandinê dê malperek girêdayî wan ve vebît ku niha li jêr amadekirinê da ye.

Ji bo yê Ewropa, eger navê wî dirust bît dikarît yekser pêzanînên xwe li ser Malperî bi rêya Formekê ku dê têda hête amadekirin tomar biketin. Yên nav yan adrês yan her tiştekê derbarê wî yê kesî da çewt ( xelet ) bît dikarît dîsa yên xwe yên dirust bidet bêyî du dilî yan tirsek, ji berku hîç pêzanîneka wî nahête belav kirin ne derve ne jî navxo, tenha bu hijmartinê ye.

Zur pirs ji aliyê Revenda Kurd ve hatine kirin û simînargêrî jî bersivên wan dan û ew pitir agehdar kirin li ser prosesê.

Hejî amaje pêkirinê ye ku biryar bu ev serjimêriyariye 24.10.2010 hatiba encam dan, li ber çend egerekên ramyarî ( Polîtîkî ) û teknîkî û kêşeyên navbera Desthelata Kurdan û ya Ereban da bune egerê paşvexistina wê bu 05.12.2010ê li sertaserî Îraq´ê û Başurê Kurdistan´ê hêne encam dan.
Kurda pêxweşe di dema dîyar kirî da encam biden daku zur kêşeyên heyîn beref dîmahîkê ve biçin.

Amadekirin: Armanc Egîd Nêrweyî / Köln - Elmaniya

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen